×

پیام

Failed loading XML... Opening and ending tag mismatch: META line 1 and html Premature end of data in tag head line 1 Premature end of data in tag html line 1

Rûdaw be Kurdî

Herêmên Kurdan - Voice of America
  1. Enqere — Hunermenda navdar Rojda dibêje parastina çand û zimanê Kurdî erkekî hunerî yê girîng e. Rojda wê di 21'ê Nîsanê 2024’an de li Enqerê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bi konserteke taybet derkeve pêş guhdarên xwe. Bêtirî salek e ku Rojda li herêma Kurdan, bajarên Tirkîyê û welatên Ewrupayê konsertan lidar dixîne û li van deran bi stiranên xwe li ser hezkerên xwe olan vedide. Lê ew di nav xebatên xwe de amadekarîyê dike ku li Amerîkayê jî konsertan bide. Berî hatina Enqerê, Rojda derbarê xebat û bingeha hunera xwe bi Dengê Amerîka re axivî. Ew dibêje ku di stiranên wê de du tişt ji hev pêkan nîne ku cihê bibe. Li gor Rojda, ev jî çand û ziman Kurdî ye. Ew dide dîyarkirin ku heke ev herdu di nav muzîkê de bi awayekî estetîk werin hûnandin, wê gavê herdu dibin yek beden û di nav qada netewî de derdikevin qada navnetewî. Rojda vê yekê wiha nîşan dide: “Rêya hunerê dûr û dirêj e. Ez hêza xwe ya herî mezin ji çand û zimanê xwe digirim û parastina wan jî ji bo xwe wek erkeke dibînim. Lê ya girîng ew e ku em vê çanda xwe derxînin asteke bilind û bigihînin cîhanê. Încax wê gavê ji bo çand û zimanê gelê me, em dikarin xizmeteke baş bikin.” Rojda, 33 sal berê, di sala 1991’an de, di nav Koma Gulên Xerzan de bi awayekî profesnol derdet pêşberî guhdarên xwe. Ev koma muzîkê di sala 1993’an de gava kar û barên xwe di bingeha Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de berdewam dike, êdî Rojda jî xebatên xwe di nav NÇM’yê de pêk tîne. Ku albûma grubê ya yekemîn “Ji Bîr Nabin” yekser li ser guhdaran teqînekê vedide. Lê stiranên wê “Sonda Me” û “Helîmcan” ji bo Rojda dibe vegereke nû. Dema 2006’an de ew ji Koma Gulên Xerzan vediqete, albûma “Sebra Min” êdî rengê wê bêtir nîşan dide. Dueta li gel strana Dengbêj Şakiro “Wey Dil”, “Stranên Bijartî”, albûmên “Hat”, “Kezî” û “Şahîyên Stranan” û her wekî din bi tevahî naveroka reng û dengê hûnera wê dîyar dike. Rojda demeke dirêj e ku bajar bi bajar, welat bi welat digere û konsertan dide. Ew dibêje ku ew bi guhdarên xwe re dikevin nav coşekê û vê coşa ku digrin jî bi stiranên xwe vedigerînîn ser hezkerên xwe. Rojda vê dualîteyê dema tîne ziman hestê xwe wiha dawî lê tîne: “Ez li gelek bajar û welatan konsert didim. Lê a rastî dema derdikevim ser sahnê ez her car bi kelecanî me, ji bo ku coşa guhdarvanan li ser min bandor vedide. Lê ev bandor jî yekser di nav stranê min de vedigere ser wan. Ji bo hunermendekê ji vê baştir ti tiştek nîne.” Hêjayî dîyarkirinê ye ku di dawîya vê meha Nîsanê de Rojda wê bi stiranên xwe yên nû derkeve pêşb hezkerên xwe.
  2. Hesekê - Sûrîye — Kolana Filîstin li navenda bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûrîyê ne gelekî cuda ye ji yên din li cihekî ku ev çend sal şer li heye: bazareke qerebalex tê de bikir li nav dikanên tozgirtî diçin û tên, li heman dema ku xwedîyên erebeyên firotinê bi qêrînên xwe hestekî çalakî didin vî cihî. Tiştekî ne normal tune ye. Lê jiber ku ez rojnamevan im û bala xwe didim hertiştî, yekser tiştekî balkêş hat ber çavên min. Piranîya dikanên ku li rexê rastê yê kolanê deriyên xwe bi alên Sûrî boyax kirine. Lê dikanên li alîyê din ne al ne jî ti sembolên din li ser deriyên xwe boyax nekirine. Mirovekî min, ku xwedîyê dikaneke cil û caw li wê kolanê ye, demûdest şaşmayîna min dît. “Erê, tiştekî ecêb e, jiber ku hemû dikanên li rexê rastê yê kolanê di bin kontrola hikûmeta Sûrîyê de ne. Yên rexê çepê li jêr kontrola Rêvebirîya Xweser in,” mirovê min got. Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê sala 2014’an hate damezrandin, nêzîkî du salan piştî ku herêma Kurdan ket bin kontrola hêzên Kurdî. Ev rewş hat holê piştî ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ji deverê vekişîn da ku şerê serhildayên dijî hikûmetê li deverên din yên Sûrîyê bikin. Di salên li pey wê de, destkeftên leşkerî yên mezin ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve, bi taybet li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê, bûne egera avabûna desthilateke berfireh bi serkêşiya Kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyê. Bi piştgirîya koalisyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ku Amerîka serkêşîya wê dike, niha dora sêyekê ji axa Sûrîyê di destê HSD’ê de ye. Ew duwem mezintirîn devera Sûrî ye, piştî deverên jêr kontrola hêzên hikûmeta Şamê. Rêvebirîya Xweser sîstemeke hikûmranîyê damezrandiye ku ji ya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed cuda ye. Qanûn û biryarên wê ji alîyê dezgeheke ewlekarî ya berfireh ve tê birêvebirin, di nav de hêzên Asayîşê, polîsê trafîkê, yekîneyên dijî terorê û dezgehên din hene ku hinek ji wan ji alîyê Amerîka û welatên din yên Rojavayî ve hatine perwerdekirin. Lê têgihiştina kê çi û ku de li vir kontrol dike ne hêsan e. Rewşa Kolana Filîstinê li Hesekê mînaneke baş e ku dînamîkîyên hêz û desthilatê li vî beşê Sûrîyê şîrove dike. “Bacên ji dikandarên ser vê kolanê ji alîyê du ajansên bacan ve tên komkirin. Li ser wê yekê dimîne ka dikana te li kîjan rexî dikeve,” xwedîyê dikaneke firotina alavên elektronîk li Kolana Filîstinê ji min re got. Li jêr desthilatdarîya Partîya Ba’as, hikûmeta Sûrîyê navê kolanê lê kiribû wekî nîşana piştgirîya jibo Filîstînîyan. Li cem hikûmeta Sûrîyê û Rêvebirîya Xweser du rojnameyên betlane û bînvedanan yên cuda hene ku pêkanîna wan li kolana Filîstîn dîyar dibe.“Dema betlaneyek ji alîyê Rêvebirîya Xwese hebe, hemû dikanên li rexê me derîyên xwe digirin û yên li wî rexê din vekirî dimînin, û berevajî wê jî,” yê dikandar got. Wekî din, tenê çend gav di navbera xalên kontrolê yên rejîma Sûrî û yên Kurdan de hene. Tenê cilên fermî yên leşkeran herdu xalan ji hev cuda dikin.   Kolana Filîstinê dora kîlometreyekê dirêj e ku dawîya wê digihêje ser Çargoşeya Ewelarî. Ev cihê biçûk yek ji çend deverên sînordar e ku hîn li jêr kontrola hêzên hikûmetê li Hesekê ne. Deverên din yên bajêr bi tevahî di destên hêzên Kurdan de ne. Ne gelekî dûrî navenda bajêr bingeheke leşkerî ya Amerîkî heye. Ew yek ji çend bingehên leşkerîya Amerîkayê ne ku hatine damezrandin wekî beşek ji hevkarîya Amerîka ligel HSD’ê dijî DAIŞ’ê. Nêzîkî 900 leşkerên Amerîka li seranserê deverê hene. Ew beşekî girîng in jibo alîkarî û şîretkirina hêzên xwecihî yên Kurdan di şerê dijî bermayên DAIŞ’ê de. Lê Amerîka ne tenê hêza biyanî ye ku leşkerên wî li ser erdê li vir hene. Li devera jêr kontrola hikûmetê li Hesekê û çend deverên din, Rûsya ya ku alîgireke hêzdar ya hikûmeta Esed e cihê pêyên xwe li vir çêkiriye. Piranîya leşkerên Moskowê sala 2019’an hatin deverê piştî ku Amerîka hinek hêzên xwe ji deverê vekişand û ew yek bû sedema operasyoneke berfireh ji alîyê Tirkîyê ve. Tirkîye, ku HSD’ê wekî rêxistineke terorîst dibîne, hebûneke leşkerî ya berçav li çend bajarên Kurdan li bakurê Sûrîyê heye piştî çend operasyonên leşkerî dijî şervanên Kurd. Hebûna gelek hêzên biyanî û xwecihî, ku piranîya wan dixwazin deverê kontrol bikin, desthilata xwecihî ya Kurdan neçar kiriye ku balansekê li herêmê çêbike, bi taybet ligel hêên hikûmeta Sûrîyê, da ku ev dever ewle bimîne. Kolana Filîstinê mînaka rewşeke siyasî ya ne fermî ye, tê de desthilateke nû dixwaze xwe tevî hemû astengîyan li pêş bixîne û hikûmeteke navendî ya lawaz ku hewil dide desthilata xwe ya kevin vegerîne. Ew herwiha nîşaneke ku tîne bîra mirov ku hîn şerê Sûrîyê yê 13 salî hîn nehatiye çareserkirin.
  3. DEM Partî di hilbijartînên heremî yên di 31’ê Adarê de, bajarvanîyên 85 hereman bi dest xistin, 3 bajarên mezin, 7 bajar, 65 navçe, li 10 bajarok ; dema ku li 7 bajaran dengên xwe zêde kirin, ku di nav de Amed, Wan û Mêrdîn jî hene.
  4. Sîrovekar serketina Abdullah Zeydan li Wanê wek encama xwedîderketina dengderan dibînin û bale dikşînin ser egera domandina siyesata qayyuman.
  5. Di salên dawî de bikaranîna dolarê Amerîkî di danûstandinên rojane de li bazarên bakur û rojhilatê Sûrîyê bi awayekî berçav belav bûye.
  6. Pêvajoya dijî biryarên YSK yên navçeyan- wê - di 5’ê Nîsanê biqede, dema ku Dijî biryarên YSK yên bajaran heya 10’ê Nîsanê mafê serlêdanê heye.
  7. Roja Sêşemê droneke artêşa Trikiyê li nêzî çiyayê Şengalê otombîlek arman girt û raportên cuda derbarê bûyerê û qurbaniyan hatin weşandin.
  8. Berdevikê AKP’ê Omer Çelîk dibêje ku YSK’ê jiber ku Abdullah Zeydan şertên pêwîst yên jibo paşde dayîna mafên hilbijartinê bi cîh neanîne, biryara betalkirina şaredarîya wî daye.
  9. Amûdê, Sûrîye — 13 sal di ser şerê Sûrîyê de derbaz bûne û pê re êşên bi hejmar ji xelkê Sûrîyê re derketine. Ji bo Kurdan li bakur û rojhilatê welêt, yek xembarî di ser her tiştên din re ye. Ew jî ew e ka gelo Tirkîye dê êrîşeke din ya bejahî li deveran wan pêk bîne yan na? Gelek Kurdên Sûrîyê ditirsin ku êrîşeke nû ya Tirkîyê dibe ku dawîyê li hebûna xweserîyeke defakto li herêma wan bîne. “Xelk li vir fêrî kêmbûna av û elektrîkê bûne, ew fêrî nebûna pêdivîyên serekî û xirabûna binesazîyê bûne, lê yek tişt heye ew yekcar naxwazin bibînin: operasyoneke leşkerî ji alîyê Tirkan ve,” Mahir Qerno, yek ji sernivîserên radyoya Arta FM li bajarê Amûdê ji Dengê Amerîka re got. Ofîsa Arta dora du kîlometreyan dûrî sînorê Tirkîyê dikeve. Amûdê yek ji çend bajarên Kurdan yên sînorî ye ku li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dimînin. Di çarçoveya şerê dijî mîlîtanên DAIŞ’ê de, HSD bûye hevpareke girîng ya Amerîka û hêzên Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê. Lê Tirkîyê dibêje ku HSD beşek e ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Enqere û Washington PKK wekî rêxistineke terorîst dibînin, lê Amerîka cûdahîyekê dixîne navbera HSD û PKK’ê. Di salên dawî de, artêşa Tirkîyê çend operasyonên leşkerî li dijî hêzên Kurdan li bakurê Sûrîyê pêk anîne, tê de bajarên Kurdî yên wekî Efrîn, Serêkanîyê û Girê Sipî dagîr kirine. Karbidestên Tirkîyê bi berdewamî dibêjin ku pêkana operasyoneke nû ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê hergav heye. “Piştî dagîrkirina Efrîn û Serêkanîyê, xelk li vir bê guman naxwazin ku tankên Tirkan ji wî alîyê derbaz bibin,” Qerno ev yek di nav ofîsa xwe de got û tilîya xwe ber bi Tirkîyê ve kir. Lê hêvîyek li cem Kurdên Sûrîyê heye ku hebûna leşkerên Amerîkî li devera wan dibe ku bibe rêgir li ber metirsîyên hawîdorî wan. Li deverê dora 900 leşkerên Amerîkî li çend bingehên leşkerî cih digirin wekî beşek ji Koalisyona dijî DAIŞ’ê. Hevkarîya Kurd û Amerîkîyan li Sûrîyê bûye sedema tunekirina xîlafeta ku DAIŞ li hinek parçeyên Sûrîyê ragihandibû. Karbidestên Kurd dibêjin ku dora 10 salan ji hevkarîya nêzîk bawerîyek di navbera Kurd û Amerîkîyan de ava kiriye. Divê ku ev bawerî neyê windakirin, Salih Mislim, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), ji Dengê Amerîka re got. “Hebûna artêşa Amerîkî li Sûrîyê ne wek ya li welatên din e. Bi hebûneke leşkerî ya sînordar, Amerîka dikarîbû armancên xwe li vir pêk bîne û berjewendîyên xwe biparêze, jiber ku hevkarîya me wisa hatiye avakirin ku hêzên me şer dikin û Amerîka piştgirî û alîkarîyê dike,” Mislim got. Siyasetvanê Kurd got Amerîkîyan çend caran piştrast kiriye ku ewê li Sûrîyê bimînin heta ku çareserîyeke sîyasî li welêt peyda bibe. Birêz Mislim herwiha da zanîn ku ew Amerîka û Tirkîyê di çarçoveya hevalbendîya NATO’yê de dost in, lê wî dîyar kir ku çi operasyoneke bejahî ya Tirkîyê dibe ku hewildanên Amerîkayê yên dijî DAIŞ’ê têk bibe, bi taybet li vê dema ku mîlîtanên DAIŞ’ê asta êrîşên xwe li dijî HSD’ê bilind kiriye. “Amerîkî bi fikar in eger operasyoneke bejarî ya Tirkan dijî me destpê bike, hingê emê neçar bin ku hêzên xwe ji cihên din vekişînin da ku berevanîya xwe hember Tirkan bikin. Ev tê wê wateyê ku hêla me ya başûr hember êrîşên DAIŞ’ê vekirî bimîne. Amerîka naxwazin ev yek bibe.” Karbidestên Amerîkî berê xembarîya xwe hember zêdebûna asta çalakîyên leşkerî li bakurê Sûrîyê derbirîn kirine, bi taybet derbarê bandora van kiryarên leşkerî li sivîlan û li hewilên dijî çekdarên DAIŞ’ê. Tirkîyê di mehên dawî de çend caran bi dron û êrîşên esmanî hinek deverên Kurdan li Sûrîyê kirine armanc. Karbidestên Tirk dibêjin ku armanca van êrîşan ew e ku binesazîya rêxistinî ya hêzên Kurdan û çavkanîyên wan yên dahatê tune bikin. Nicholas Heras, lêkolerê Enstituya New Lines li Washington, dibêje ku hebûna leşkerî ya Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê têra wê yekê dike ku aramîya li jêr metirsîyê ya civaka li deverê biparêze. “Lê ew têra wê yekê nake ku mercên ewlekarîyê jibo parastineke demdirêj û jinûvakirina herêmê pêşkêş nake,” wî ji Dengê Amerîka re got. Heras got ku stratejîya Amerîka li Sûrîyê tekezî li ser hiştina hebûneke biçûk ser erdê dike, tê de bandoreke hêzdar ser hesabên rikaberên Amerîkayê wekî Rûsya û Îranê bike. Rûsya û Îran du alîgirên serekî yên rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed in. “Ev nêzîkahî jibo Washington sûdmend e jiber ku ew bakur û rojhilatê Sûrîyê, bo dengderê Amerîkî, li ber çavan nahêle. Lê ev siyaseteke lawaz e ku nezelalîyekê derbarê niyetên Amerîkayê çêdike û çend lîstikvan wekî Tirkîye, Rûsya û Îran bi berdewamî vîyana Amerîka li bakur û rojhilatê Sûrîyê test dikin. Ev jî piranîya caran li dijî berjewendîya hevkarên me yên xwecihî li Sûrîyê ye.”
  10. DEM Partî dibêje ku fermana YSK ya ser şaredarîya Wanê darbeyek dijî vîna gel e û bang li hikûmetê û kir ku rêzê li şaredarîya Abdullah Zeydan bigire.
  11. Di hilbijartinên 31 Adara 2024’an de Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), şaredarîyên ku qayûm li ser wan hatibûn dîyarkirin careke din bi dest xistin û li herêmên Kurdan bû yekemîn partî.
  12. YSK ferman da ku li şûnaAbdullah Zeydan, berbijarê AKP'ê Abdulahat Arvas wek serketîyê hilbijartinên bajarvanîya Wanê were erkdar kirin.