×

پیام

Failed loading XML... xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name Specification mandates value for attribute hidden attributes construct error Couldn't find end of Start Tag div line 1 Opening and ending tag mismatch: body line 1 and div xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' Opening and ending tag mismatch: html line 1 and body Extra content at the end of the document
  • Wezareta Derve ya Amerîka: Zextên Aborî Piştgirîya Îranê bo Hizbullahê Sînordar Dike

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 18:49 pm

    WASHINGTON — Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku hewldanên Washingtonê torên darayî yên Îranê qels kirine û şiyana wê ya piştgiriya Hizbullahê kêm kiriye, di heman demê de Amerîka piştgirîya bêçekkirina Hizbullahê û ji nû ve avakirina başûrê Libnanê dike. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ji (This is Beirut) re got, ku operasyona dorpêça aborî çavkaniyên darayî yên rejîma Îranê wêran kiriye û rêyên ku ew dikare piştgiriya darayî ji Hizbullahê re peyda bike sînordar kiriye. Pigott tekez kir ku bêçekkirina Hizbullahê ji bo ji nû ve avakirina başûrê Libnanê pêwîstîyek sereke ye. Wî herwiha bang li Hizbullahê kir[…]

    Read more...
  • IDF Dibêje Fermandarekî Hemasê û Yekî Cîhada Îslamî Hatin Kuştin

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 16:55 pm

    Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Şemîyê ragihand ku hêzên wan du fermandarên Cîhada Îslamî û Hemasê kuştine. Li gorî agahiyên ku IDF di platforma Xê de ragihandîn, dide zanîn ku Mihemed Ebu Şelûf, fermandarê yekîneyeke baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî, û Mûsa Atif Mûsa Ebu Dan, endamekî koma Nuxbe ya Hemasê, hatine kuştin. Weke IDF dibêje, Şelûf di êrîşa 7ê Cotmeha 2023an de ketibû nav axa Îsraîlê. Herwiha, tê îdiakirin ku van herdu kesan di van demên dawî de êrîşên li dijî leşkerên Artêşa Îsraîlê (IDF) pêş xistine û xebat kirine ku şiyana rêxistinên çekdar ji nû ve bihêz bikin.[…]

    Read more...
  • NY: Bandora Şerê Rojhilata Navîn li ser Bazirganîya Cîhanî Kêmtir e ji ya ku Dihat Pêşbînîkirin

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 16:13 pm

    Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya Bazirganî û Pêşketinê (UNCTAD) radigihîne, ku bazirganîya cîhanî di sala borî de bi rêjeya ji sedî 4,4 geştir bûye û gihîştiye 35 Trîlyon dolaran, û tê pêşbînîkirin ku îsal jî bi rêjeya ji 4% zêde bibe. Li gorî raporê, bandora şerê Rojhilata Navîn û bilindbûna bihayên petrolê li ser bazirganiya cîhanî, ji ya ku di destpêkê de dihat pêşbînîkirin kêmtir e. Herwiha UNCTAD dibêje, ku aboriya cîhanî di sê salên borî de, bi rêjeya 2.9% geş bûye, lê îsal dê rêjeya geşbûna aborî bi 2.6% û sala bihê jî bi 2.7% lawaz bibe. Raportê herwiha destnîşan[…]

    Read more...
  • Reuters: Dengê Teqînek Mezin li Firokxaneya Riyazê Hat Bihîstin

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 14:52 pm

    Li Balafirgeha Riyazê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin û hêzên Erebistanan Siûdî derbarê teqînê de ti daxuyanîyekek fermî neda. Ajansa Reuters, li gorî şahidekî çavdêr û kesên ku agahdarî li ser mijarê hene, roja Şemiyê gotin ku dengê teqînekeke bihêz li balafirgeha 'Melik Xalid' li paytexta Erebistana Siûdî, Riyazê, hatiye bihîstin. Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid, bang li geştiyaran kir ku berî biçin balafirgehê li ser rewşa geştên xwe haydar bin. Hêla esmanîya (Etihad) û herwiha ya Qeterê gelek geştên ber bi Erebistana Siûdî ve hilweşandin. Heta niha, di agahiyên ku ji hêla Reuters ve hatine weşandin de, sedema teqînê[…]

    Read more...
  • Erebistana Siûdî Dibêje, Tengava Bab el-Mendeb ji Destê Hûsiyan Hate Derxistîn

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 13:03 pm

    Balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê got, ku Tengava Bab el-Mendebê ji “paşmayên çekdarên Hûsîyan hatiye paqijkirin.” Muhemmed bin Seîd el-Cabir Balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê, roja Înê ev daxuanîye dabû, di demekê de ku ti piştrastkirineke serbixwe derbarê rewşa li ser erdê tune ye û Hûsiyan îdiayên berê derbarê pêşveçûna hêzên hikûmetê de red kirine. Berdevkê hêzên çekdar yên Yemenê li roja Çarşemê di peyamekê de ku li ser platforma Xê ragihand, ku hêzên wan, di çarçoveya operasyona “Berbanga Yemenê” de, 2103 operasyonên leşkerî li dijî Hûsiyan pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, 1,860 çekdar hatine kuştin û bi sedan alavên[…]

    Read more...
  • Trump: Komara Îslamî Divê Daxwazên Amerîkayê Qebûl Bike, Yan jî Dê ji Holê Rabe

    Serekî - Voice of America Oct 10, 2026 | 12:05 pm

    WASHINGTON — Di civîneka piştgiriyê ya ji bo kampeyna hilbijartinan de, ku şeva Înê li wîlayeta New Yorkê pêk hat, Serokê Amerîkayê Donald Trump bal kişand ser pêşketinên bilez ên derbarê Komara Îslamî ya Îranê de. Trump tekez kir ku pêşketinên derbarê Komara Îslamî de bi lez pêşve diçin û hişyarî da ku divê Komara Îslamî an hemû daxwazên Amerîkayê qebûl bike yan jî ew ê ji holê rabe. Ev gotin a Serok Trump di çarçoveya zextên siyasî û gefên Washingtonê yên li dijî Tehranê de tên, di demekê de ku nakokiyên di navbera her du aliyan de li ser bernameya[…]

    Read more...
  • Serok Trump Katie Zacharia wek Berdevka Nû ya Koşka Sipî Destnîşan Kir

    Serekî - Voice of America Oct 9, 2026 | 21:02 pm

    Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê Katie Zacharia wek berdevka nû ya Koşka Sipî destnîşan kir. Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Ji bo min rûmeteke mezin e ku min niha Katie Zacharia wekû berdevka Koşka Sipî destnîşan kir. Katie niha wekû Şêwirmenda Bilind a Ragihandinê ji bo Truth Social (Trump Media & Technology Group) kar dike, ku li wir performanseke berbiçav nîşan daye! Katie, ku eslê xwe ji Kalifornia’yê ye, berê wekû Berdevk û Cîgira Alîkarê Sekreterê Karûbarên Giştî li Wezareta Ewlehîya Niştimanî kar kiriye.” Serok Trump got ku “Katie derçûyeke serkeftî ya Zanîngeha Pepperdine û Dibistana[…]

    Read more...
  • Herêma Kurdistanê: Êrîşa Dronan a Nêzî Hewlêrê li ser Kampa Penaberên Rojhilat bû

    Serekî - Voice of America Oct 9, 2026 | 15:57 pm

    Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê nûçeya êrîşeke bi dronan a li nêzî Hewlêrê piştrast kir û ragihand ku kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê hate armanckirin. Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku şeva Pêncşemê 8’ê Cotmeha 2026’an, demjimêr 22:19’an, bi du dronan êrîş hate kirin ser kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê, ku bi ser navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê ve ye. Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku "Bi kêfxweşî ve ti ziyanên canî çênebûn." Berîya daxuyanîya Dijî Terorê, karbidestekî Sazîya Xebat a Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re got ku bi rêya dronan[…]

    Read more...
  • Hûsîyan di Êrîşa ser Firokxaneya Riyadê de 3 Siûdî Kuştin

    Serekî - Voice of America Oct 9, 2026 | 13:45 pm

    Şerê di navbera Hûsîyên ser bi Îranê û hêzên ser bi Erebistana Siûdî de li Yemenê di vê hefteyê de dijwartir bû. Karbidestên Siûdî jî piştrast kir ku di êrîşeke ser firokxaneya sereke ya Riyada paytext de sê welatîyên wan hatine kuştin. Fermandarîya Hêzên Esmanî ya Erebistana Siûdî îro Înê ragihand ku doh du êrîşên cuda birine ser Firokxaneya Navneteweyî ya Şah Xalid. Êrîşa yekem li ser avahîyên firokxaneyê bû û êrîşa duyem li firokekê ket. Di encamê de sê welatîyên Siûdî canê xwe ji dest dan. Di daxuyanîya Fermandarîya Hêzên Esmanî ya Siûdî de hat gotin ku di êrîşan[…]

    Read more...
  • Xelata Aştîyê ya Nobelê bo Seroka Berê ya Mafên Mirovan a NY Hat Dayîn

    Serekî - Voice of America Oct 9, 2026 | 13:41 pm

    Xelata Aştîyê ya Nobelê ya sala 2026’an hat dayîn bo Navi Pillay. Pillay parêzereke 85 salî ya ji Afrîqaya Başûr e û berê Komîsera Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Mafên Mirovan bû. Ev xelat ji ber hewldanên wê yên ji bo berevanîya qanûnên navneteweyî û pêşxistina aştîyê li cîhanê hate dayîn. Komîteya Nobelê ya Norwêcê îro Înê 9’ê Cotmehê ragihand ku xelat dane Pillay. Ev xelat ji ber xebata wê ya bi dehan salan a ji bo bihêzkirina sazîyên yasaya navneteweyî û dadgehkirina tawanbarên şer, tawanên li dijî mirovahîyê û jênosîdê hate dayîn. Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê, Jorgen[…]

    Read more...
  • IDF Dibêje wan 3 Fermandar û Endamên Komên Çekdar Kuştine

    Serekî - Voice of America Oct 9, 2026 | 11:29 am

    Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan sê fermandar û endamên komên çekdar kuştine. IDF’ê li ser platforma X’ê diyar kir ku fermandarê beşê mûşekan ê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî Husam Welîd Hesen Ebû Eta, û endamê heman baskê Mecdî Muîn Yûsif Eyûbî di êrîşên esmanî yên li bajarê Xezayê de hatine jinavbirin. Herwiha hat ragihandin ku fermandarê gurûpa baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Eca jî di operasyonan de hatine kuştin. Di daxuyanîyê de, IDF’ê eşkere kir ku van kesan li dijî leşkerên Îsraîlê êrîşên nû plan dikirin û ji bo bihêzkirina şiyana komên xwe dixebitîn, bi[…]

    Read more...
  • Trump: Amerîka Beriya Hilbijartinaên Midterm'ê Êrîşî Îranê Nake

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 18:14 pm

    Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê 8ê Cotmehê ragihand ku Amerîkayê wê berî hilbijartinên Nîvdemê (Midterm) ên Kongersê ku biryar e di 3'ê Mijdarê de pêk werin, êrîşî Îranê neke. Trump, Serokê Amerîkayê, li ser tora civakî Truth Social ragihand ku niha danûstandinên wan bi Komara Îslamî ya Îranê re berdewam dikin. Wî got, “Bila ji hemû aliyan re zelal be ku Îran niha di rewşeke pir xirab a aborî û leşkerî de ye.” Trump herwiha nivîsand ku cezayên li ser Îranê dê wekî xwe bimînin, di heman demê de petrol bi heman astê ya berê ji Tengava Hormuzê derbas[…]

    Read more...
  • USS Abraham Lincoln ji Rojhilata Navîn Vedigere California

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 17:47 pm

    WASHINGTON — Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, CENTCOM, ragihand ku keştiya balafiran a leşkerî USS Abraham Lincoln roja Pêncşemê piştî qedandina erkeke ku wê wekî dîrokî li Rojhilata Navîn binav kir, vegeriya wîlayeta California. CENTCOM li ser platforma Xê got ku zêdetirî 5 hezar leşkerên Hêza Deryayî û Marînên Amerîkayê beşdarî vê erkê bûn û bi hezaran firînên şer pêk anîn. Di dema erkê de jî USS Abraham Lincoln zêdetirî 90 hezar mîlên deryayî rêwîtî kir. Di daxuyanîyeke din de, CENTCOM ragihand ku roja Pncşemê 8ê Cotmehê, bi berpirsên navneteweyî yên veguhastina deryayî re li ser rewşa Tengava Hormuzê civîneke bi rêya[…]

    Read more...
  • Barrack û Şeybanî li Stenbolê li Ser Metirsiyên Herêmî û Aramiyê Axivîn

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 17:39 pm

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraq û Sûriyê balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Tom Barrack li gel Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şeybanî, roja Pêncşemê li Stenbolê civiya. Herduyan li ser têkiliyên navbera Amerîka û Sûriyê û geşedanên dawî yên li herêmê axivîn. Tom Barrack li ser platforma Xê got ku Sûriye " parçeyek girîng a hevkêşeya Rojhilata Navîn e" û dikare di kêmkirina aloziyan li herêmê de rolek girîng bilîze. Wî got ku bi Şeybanî re li ser pêşîniyên hevpar ji bo rûbirûbûna bi metirsiyên herêmî re axivîne. Barrack da zanîn ku dîrok kêm caran derfetê dide herêmekê[…]

    Read more...
  • PKK Dibêje Wê Hemû Hêzên xwe Vekişandin û Banga Gav Avêtinê li Hikûmeta Tirkîyê kir

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 17:33 pm

    Rêveberîya Tevgera PKKê roja Pêncşemê ragihand ku tevî wan hemû hêzên xwe vekişandine jî, hikûmeta Tirkîyê ji bo berdewamkirina pêvajoya aştîyê gavên zêdetir neavêtine. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku “li pêşîya azadîya Ocalan û gavên qanûnî yên azadîyê êdî ti astengî û hincet nemane.” Tirkîye vekişîna hêzên xwe ji Îraqê û bi taybetî ji bingeha zilîkan - Başîkê bi hebûna çekdarên ku nêzî PKKê ne li Şengalê girê dide. Tirkîyê dibêje heta ku Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) çekên xwe radestî hikûmeta Îraqê neke, ewê ji bingeha Başîkê dernekevin. Li ser rewşa leşkerî ya li ser sînor, hat eşkere kirin[…]

    Read more...
  • Tirkîye Jibo Radestkîrîna Bingeha Başîkê-Zilîkan, Bi Çekdanîna YBŞ ve Girê Dide

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 17:00 pm

    Enqere YBŞ’ê wek pêkhateyeke Partîya Karkerên Kurdistanê, (PKK) ya hilweşî dibîne.

    Read more...
  • Sûriyê ji bo Şerê li Dijî Hûsiyan Dibe Piştgiriyê Bide Siûdîyê

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 15:12 pm

    Li gorî rayedarekî Amerîkî û rayedarekî berevaniyê yê Sûriyê, dibe ku Sûriye hêzên xwe bişîne Erebistana Siûdî, da ku di şerê li dijî Hûsiyên Yemenê de piştgiriyê bide wê. Ev yek di demekê de ye ku Hûsiyên Îranê piştîgîya wan dike, êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan li ser Erebistana Siûdî zêde kirine. Di êrîşên vê hefteyê yên li ser balafirgehên Siûdiyê de sê kes hatin kuştin. Lê şêwirmendê ragihandinê yê Serokatiya Sûriyê, Ehmed Muwefeq Zeydan, nûçeyên derbarê şandina hêzên Sûriyê bo Yemenê red kir û li ser platforma Xê got ku ewlehiya Erebistana Siûdî û Kendavê parçeyek ji[…]

    Read more...
  • Di Serdana Xwe ya Ewropayê de Marco Rubio Gihîşt Portûgalê

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 14:41 pm

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro, Pêncşem 8ê Cotmehê, gihîşt Lişbonê, paytexta Portûgalê, ku qonaxa dawî ya gera çar-rojî ya wî ye ku tê de serdana Îslandayê û Yûnanistanê jî kir. Armanca vê gerê xurtkirina hevkariyên Amerîkayê bi van sê welatên endamên NATOyê re bû. Rubio piştî gihîştina Lişbonê li ser Xê nivîsand," Niha ez gihîştim Lişbonê. Bi xurtkirina hevkariya stratejîk a berevaniyê di navbera Amerîka û Portûgalê de û vekirina Foruma nû ya CEO ya Amerîka-Portûgalê, em dixwazin bazirganî û weberhênanê zêde bikin û bi vê yekê derfetên nû yên aborî biafirînin." Rubio li Lişbonê bi Serokwezîrê Portûgalê[…]

    Read more...
  • Îsraîl Dibêje wê Fermandarek û Çekdarekî Hemasê Kuştine

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 12:07 pm

    Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan fermandarekî baska leşkerî yê Hemasê yê bi navê Îbrahîm Elem kuştiye. IDF’ê li ser platforma X’ê got ku fermandar di komkujîya 7’ê Cotmehê de derbasî Îsraîlê bûbû, beşdarî kuştina gelek sivîlên Îsraîlî bûbû û cenazeyê leşker Shaked Dahan revandibû nava Xezayê. Di daxuyanîya xwe de, IDF’ê eşkere kir ku wan leşkerê Hemasê yê bi navê Mutesim Mihemed Suleyman Salah jî kuştiye. IDF’ê diyar kir ku wan çekdaran agirbest di navbera Îsraîl û Hemasê de binpê dikirin, êrîşên nû li dijî sivîl û leşkerên Îsraîlî amade dikirin û hewl didan ku hêza[…]

    Read more...
  • Trump: Em ê Ti Carî 7'ê Cotmehê û Qurbanîyan ji Bîr Nekin

    Serekî - Voice of America Oct 8, 2026 | 11:13 am

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser platforma Truth Social qurbaniyên êrîşa Hemasê ya 7'ê Cotmehê li ser Îsraîlê, û kesên ku ji êrîşê rizgar bûne û rehîneyan bi bîr anîn. Trump nivîsand, “Em ê tu carî 7'ê Cotmehê ji bîr nekin. Em ê tu carî qurbaniyan ji bîr nekin û em ê her tim li dijî hêzên terorê û xerabiyê rawestin.” Trump her wiha bal kişand ser hewldanên ji bo vegerandina rehîneyan bo cem malbatên wan û got ku wî ji bo vegerandina “hem yên sax û hem jî yên mirî» bo cem malbatên wan xebat kiriye.[…]

    Read more...