-
Serkirdeyên cîhanê vê hefteyê ji bo Kombûna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê dicivin û xwe ji bo axaftina Serokê Amerîka Donald Trump, bo sala duyemîn li pey hev, amade dikin, di demekê de ku gotûbêj li ser nakokîyên ku li Rojhilata Navîn û Ukraynayê berfireh dibin û herwiha metirsiyên girêdayî Hişberîya Çêkirî derdikevin pêş.
Nêzîkî 130 serkirdeyên welatan li hev dicivin, di demekê de ku sîstema piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di bin zextê de ye û NY kar dike ku girîngîya xwe biparêze, di demekê de ku serok Trump beşdariya darayî ya Amerîkayê kêm kiriye û xwe ji dehan saziyên NY vekişandiye .
Serokê Çînê Xi Jinping, yê ku cara dawî di sala 2021’ê de bi rêya vîdyoyê li vê kombûna dîplomatîk axivîbû, dê neçe New Yorkê û li şûna wê roja Pêncşemê li Washingtonê hevdîtinên rû-bi-rû bi Trump re pêk bîne; ev yek jî nîqaşên derbarê rola NY di çareserkirina krîzên cîhanî de gur dike.
Li gel krîza moralî û darayî, pirsên derbarê serokê bê yê vê rêxistina 80 salî de jî derdikevin pêş: Sekreterê Giştî Antonio Guterres di dawiya sala 2026’an de dema xwe ya kar temam dike, lê hêj kesekî diyar ji bo cihgirtina wî tune ye.
Dîplomatan got ku dibe ku Encûmena Ewlekariyê ya NY (ku ji 15 endaman pêk tê) civînên asta bilind li ser mijarên Ukrayna, Hişberîya Çêkirî û Rojhilata Navîn pêk bîne, di nav de hevdîtinên bi serokên Ereb re.
Amerîka vê hefteyê bi dayîna 725 milyon dolar wekî beşdarîya di budceya asayî de, xwe ji destdana mafê dengdanê li civînê rizgar kir; lê dîsa jî zêdetirî milyarek dolar qerzdara rêxistinê ye û berdewam daxwaza kêmkirin û reforman dike.
-
Hêzên Berevanîya (IDF) di hesaba xwe ya X'ê de ragihand ku Mihemed Silêman Bîyok, ku wekî fermandarek di baskê leşkerî yê Hemasê de hate binavkirin, di operasyonekê de hatiye kuştin.
Li gorî IDF'ê, Bîyok di dema êrişên 7'ê Cotmehê de ketibû hundirê Îsraîlê û paşê li Xezayê di çalakîyên ku armanca wan danîna alavên teqemenî û zirardayîna leşkerên IDF'ê bûn, beşdar bû.
IDF'ê herwiha got ku ew di amadekirin û pêşdebirina êrîşên dijî sivîlên Îsraîlê û leşkerên IDF'ê de rol hebû û di çalakîyên ji bo nûavakirin û vegerandina şiyanên Hemasê de, ku IDF'ê wan wekî binpêkirina sistematîk a agirbestê binav dike, beşdar bûye.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê her weha roja Yekşemê di platforma xwe ya X'ê de got, leşkerên IDF'ê kesek ku hewl dabû êrîşek bi otombîlê li ser leşkerên li herêma Xinêm pêk bîne, kuşt.
IDF'ê ragihand ku di bûyerê de tu ziayneke canî nebû û ti leşkerekî wê nehatine birîndarkirin.
Di heman demê de, piştî ku raporek li ser teqekirinekê li wargeheke Îsraîlê ya li herêma Neve Tzuf (Helamiş) derket, hejmareke zêde ji leşkerên IDF'ê ber bi herêmê ve hatin şandin û li dû kesê ku wekî tawanbarê êrişê hate nasîn, operasyoneke şopandinê dest pê kir. Li gorî daxuyanîyê, leşkeran li deverê astengî li ser rê danîn.
-
Kompanîyeke teknolojîyê ya Çînê robotek çêkiriye ku dikare daxwazên xelkê li firoşgehan wergire û danûstandinan ligel bikiran bike.
-
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji welatîyên Amerîkayê xwest ku li ser guhertina navê hişberîya çêkirî (Artificial Intelligence) deng bidin.
Serok Trump îro Şemîyê li ser platforma Truth Social got: "Gelek kes hizir dikin ku navê 'hişberîya çêkirî' ne li gor standardan e." Ji ber vê yekê, wî çend navên nû pêşniyar kirin û ji welatîyan xwest ku bi rêya rapirsînekê dengê xwe bidin navê herî baş.
Serokê Amerîkayê ji bo şûna Hişberîya Çêkirî (AI) sê nav pêşniyar kirin: "Hişberîya Hêja", "Hişberîya Tund" û "Hişberîya Bilind."
Ji bo navê Înglîzî yê AI, dezgeh û medyayên Kurdî çend şêweyan bikar tînin, wekî "Hişberîya Çêkirî", "Zîrekîya Çêkirî" û "Jîrî Destkird" (bi Soranî).
Li Amerîka û seranserê cîhanê niha gelek nîqaş derbarê serederîya ligel vê teknolojîyê tên kirin.
-
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku hêzên Amerîkayê di mehên dawî de ji bo bi hezaran keştîyan di Tengava Hormuzê de rêyeke ewle peyda kirine, di demekê de ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê berdewam dike.
Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper îro Şemîyê got, "Hêzên CENTCOM'ê piştgirî dane zêdetirî yek milyar bermîl petrola xav ku ji Kendavê derbas dibin. Ev tê vê wateyê ku yek milyar bermîl petrola xav ji Tengava Hormuzê derketiye."
Cooper got ku hêzên Amerîkayê di du mehên dawî de zêdetirî 2,000 keştîyên bazirganî parastine.
Wî got, "Zelal e ku bandora me berfireh dibe û rêyên serekî yên di tengavê de ji mayînan têne paqijkirin û bi hezaran keştî ji tengavê derbas bûne."
Fermandarê CENTCOM'ê bandora cezayan li ser Îranê tekez kir ku "ji ber cezayên me yên hesinî dilopek petrol jî nehatiye hinardekirin."
Cooper ragihand ku di du hefteyên borî de barên petrola xav û gaza xwezayî ji her demê di şeş mehên borî de zêdetir bû.
Tevî vê pêşketinê, wî piştrast kir ku Amerîkayê ligel şeş welatên Ereb ên Civata Hevkarîya Kendavê û kompanîyên bîme û barkirinê dixebite da ku qebareya vuguhestinê li Tengava Hormuzê zêde bikin.
Wî got, "Emê bi hemû hevkarên herêmî re bixebitin, parastina wan a esmanî xurt bikin, yekîneyeke nû ya dronên êrîşê yên hevpeymanîyê ava bikin, û Tengava Hormuz û avên derdorê vekirî bihêlin."
-
Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper hûrgilîyan derbarê veguestina petrolê bi rêya Tengava Hormuzê dide.
-
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
-
Muzîkjenê Kurd Îbrahîm Şêxo hejmareke stiran û awazên Kurdî bi şêwazê piyanojenîya cîhanî encam dane û bi rêya konsertan pêşkêş dike.
-
-
Wezareta Berevanîya Sûrîyê îro Şemîyê ragihand ku 11 leşkerên Sûrî di teqînekê de li bingeheke leşkerî li rojhilatê Sûrîyê hatine kuştin.
Ajansa SANA ya fermî got ku teqîn Înê li parêzgeha Dêra Zorê çêbû, bêyî ku sedema wê diyar bike. Wezareta Berevanîyê jî ti agahî derbarê sedema teqînê neda.
SANA ragihand ku termên hemû leşkerên kuştî li nexweşxaneya niştimanî ya Dêra Zorê bûn û bi rêwresmeke fermî hatin oxirkirin.
Wezareta Berevanîyê di daxuyanîyekê de got ku teqîna Dêra Zorê li jêr vekolînê ye.
Di dema dawî de çend teqînên ji vî rengî li seranserê Sûrîyê pêk hatine. Wekî mînak, destpêka vê mehê, teqînek li embareke çekan li bakurê rojavayê welêt qewimî û di encamê de 14 kes hatin kuştin.
Berî wê bûyerê jî, trimbêlek ku bi teqemenîyan barkirî bû herî kêm pênc kes kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku beşekî mezin ji parêzgeha Dêra Zorê heta destpêka vê salê jî li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demoktratîk bû. Lê piştî şer û pevçûnan ligel hêzên hikûmetê, ew dever û piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê ket jêr kontrola Şamê.
-
Washington — Wezareta Derve ya Amerîka egera firotina çek û kelûpelên berevanîya esmanî bi nirxê 2.68 milyar dolaran bo Ukraynayê pesend kir.
Di agahdarîyekê de ji bo Kongresê, Wezareta Derve ya Amrîka Înê ragihand ku Washingtonê biryara daye alavên leşkerî bifiroşe hikûmeta Ukraynayê, ligel berhevkirina xizmeta pêşxistina sîstema berevanîya esmanî û xizmetguzarîyên têkildar.
Li gorî daxuyanîyê, hikûmeta Ukraynayê daxwaza mûşekên “S-300 Clone”, mûşekên “GAM-67”, sîstema mûşekî ya ku bi lêzerê kar dike û mûşekavêjên berevanîya esmanî kirine.
Wezareta Derve got ku eger ev kirîna pêşniyarkirî pêk were, Ukrayna dê pereyê wê ji alîkarîyên Ewrupa û programa Amerîkî ya alîkarêrîyên leşkerî ya biyanî bide.
Firotina pêşniyarkirî girêdayî nirxandina Kongresê Amerîkayê ye.
Paytexta Ukraynayê, Kîev, vê dawîyê rastî pêlên zêde yên êrîşên Rûsyayê hatîye, û xuya dike ku Ukraynayê halê hazir nikare esmanê xwe biparêze.
-
Xebatên nûjenkirina Firokxaneya Qamişlo ya navnetewî berdewam dikin, di demekê de desthilatdarên Sûrîyê dibêjin ku ewê di demeke nêzîk de dîsa vebe. Rûniştvanên deverê dibêjin wê vekirina firokxaneyê seferê pir hêsan bike.
-
Li bajarê Amedê çalakvan û sazîyên zimanê Kurdî xwepêşandanek lidar xist, tê de bang li dewletê kir ku divê ji seretayî heta zanîngehê, Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û di destûra Tirkîyê de ev maf were çespandin.
-
Washington — Serok Donald Trump ragihand ku Amerîka ligel Greenland û Denmarkê gihîştîye rêkeftineke ewlekarîyê ji bo berfirehkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêma Arktîkê.
Trump di postekê de Înê bi şev li ser platforma Truth Social got ev peyman "kontrola mayinde dide Amerîkayê ji bo ewlekarîyê û hemû pêdivîyên din ên li Greenlandê, û bi tevahî bersivê dide hemû fikarên me yên gelek."
Serokê Amerîkî di heman postê de got ku "Ji niha û pê ve, rikaberên Amerîkayê nema yekcar dikarin bingehan li Greenlandê ava bikin, ne jî hebûna xwe ya leşkerî li Greenlandê hebin, yan jî weberhênanên hestîyar li Greenlandê çêbikin, bêyî qayîlbûna me ya nivîskî."
Greenland giraveke nîv-serbixwe ye ku girêdayî Denmarkê ye ku li herêma Arktîkê dikeve.
Hikûmeta Greenland û ya Denmarkê îro Şemîyê rêkeftina ligel Amerîkayê piştrast kir, lê tekez kir ku ev peyman nayê wê wateyê ku Greenland dê serwerîya xwe ji dest bide.
Tê çaverêkirin ku ev rêkeftin hefteya bê di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi fermî were îmzekirin.
Wezîrê Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen di daxuyanîyekê de li ser Facebook got: "Hefteya bê dibe ku bibe hefteyeke baş ji bo Greenland, Denmark û Amerîkayê."
Ji bilî ragihandina Serok Trump, heta niha xal û hûrgilîyên rêkeftinê bi tevahî nehatine weşandin.
-
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di bernameya televizyonî ya 18’yê Îlona 2026’an de.
-
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Wezareta derve Soran Xatirî nûçeyên girêdayî sînordarkirina hatina berpirsên Îranî bo Neteweyên Yekbûyî, dide.
-
Şirovekarê Siyasî Celîl Azadîxa ku li Amerîka dimîne, di hevpeyvîneke taybet de li gel Dengê Amerîka behsa daxwazên Îranê ji Kurdistanê dike.
-
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê behsa nûçeya ku dê rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalan di komîteya bêçekkirina PKK’ê de cih bigire, dike.
-
Rojnamevana Dengê Amerîka Ozlem Yasak hin zanyarîyan li dor îhtîmala lidarxistina hilbijartinên pêşwext û dîsa kandîdkirina Erdogan, dide.
-
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê îro Înê ragihand ku di çarçoveya vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê de, esmanê rojavayê welêt li pêş geştên sivîl tê vekirin.
Di dema alozîyên girêdayî Daişê de di sala 2016’an de, esmanê rojavayê Îraqê li pêşberî geştên sivîl hat girtin û tenê ji bo çalakîyên serbazî veqetandin. Ev biryar bi taybetî ji bo êrîşên esmanî yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Daişê hatibû girtin.
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku kontrola esmanê welat, ji başûrê rojava heta bakurê rojava, radestî karbidestên esmanî yên sivîl tê kirin. Ev biryar dê di destpêka meha bê de bi tevahî bê cîbicîkirin.
Tê çaverêkirin ku ev gav geştên sivîl ên li hundirê Îraqê hêsantir bike, ji ber ku qedexeyên li ser herêmên firînê kêm dibin.
Herwiha ev biryar dê bibe sedema zêdebûna dahatê ji bo Îraqê.
Di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê de, biryar e ku di dawîya vê mehê de hêzên Amerîkî ji Îraqê vekişin.