Rûdaw be Kurdî

Herêmên Kurdan - Voice of America
  1. Balyozxaneya Ukraynayê li Îraqê roja Çarşemê daxuyaniyek belav kir û tê de îdîayên derbarê bicihkirina yekîneyên Dronan yên Ukraynî li Herêma Kurdistanê Îraqê de red kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ukrayna rêzê li serweriya Îraqê digire û pêwendiyên dostane yên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê re bi nirx dizane. Balyozxaneyê herwih li ser Malpera Xê ragihand ku hûrguliyên ku roja 20ê Cotmehê ji aliyê Ajansa Tasnîmê ya Îranê ve hatine belavkirin, çêkirî û nerast in. Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Tasnîmê ya nêzîkî Arteşa Pasdarên Şoreşa Îranê berê îdia kiribû ku Ukraynayê hezaran dron li Herêma Kurdistanê bicih kirine. Lê Kievê wê îdayê bi tevahî red dike û dibêje ku bingehek ji bo van îdîayan tune ye.
  2. Piştî ku Parlamenta Îraqê roja Pêncşemê 15ê Cotmehê, li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî deng da, û parêzgarê Kerkûkê, Mihemed Sem'an Axa, wekî Wezîrê Dewletê ya Karûbarên Pêkhateyan pejirand, nakokî li ser postê parêzgarê Kerkûkê derket holê. Rêbwar Taha cîgirê yekem ê parêzgarê Kerkûkê ji rojnamevanan re ragihand ku ew ê heta ku lihevhatinek pêk were, wekî parêzgarê Kerkûkê bi wekalet bimîne û hişyarî da ku valahiya îdarî ya heyî dikare bandorên nerêyînî li ser parêzgehê bike. Di vê navberê de, nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser çawaniya rêvebirina vê qonaxa mayî û pêkanîna peymana siyasî ya li ser veguhastina postê di navbera pêkhateyan de nêrînên xwe diyar kirin. Tirkmen Dixwazin Posta Parêzgarî di Destê Wan de Bimine Eniya Tirkmenî dibîne ku divê rêvebirina parêzgehê di dema mayî de li gorî lihevkirinan were meşandin daku pişt re post radestî pêkhateya Ereb bihê kirin. Hesen Toran serokê berê yê Enîya Tirkmenên Îraqî û endamê berê yê Parlemana Îraqê û niha serokê Navenda Kerkûkê ya Diyalog û Lêkolînên Stratejîke, gote Dengê Amerîkayê: "Ev hewildanên Eniya Tirkmenan li gorî destûr û yasayên Îraqê tê meşandin, da ku piştî ku dema pêkhateya Tirkmenan bi dawî bibe, post li gorî rêkêftinê ji pêkhateya Erebî re were radest kirin. " Qehtan el-Wandawî serokê Eniya Tirkmenan li Kerkûkê gote Dengê Amerîkayê, "Em ê di rojên pêş de ligel hêz û blokên siyasî yên li Kerkûkê danûstandinan bikin, ji bo ku parêzgerekî Tirkmen di demek nêzik de bo parêzgehê were destnîşankirin ". Hin çavkanîyan ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku navê Qehtan el-Wandawî û Mardin Kok Qoya ji nav kesayetiyên herî li pêş in ku posta Parêzgar wer bigirin. Ereb: Em li pey her biryarê ne ku li gorî peymanê û Lihevhatinê be Re'id el-Salih endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bloka Erebî, got ku bloka wan pabendî peymana siyasî ye û piştgirî dide biryara Eniya Tirkmenên Îraqî ji bo rêvebirina heyama mayî. Salih gote Dengê Amerîka, "Em di vê mijarê de li gel Enîya Tirkmenên Îraqî ne û piştgirî didin her biryarê ku ji bo birêvebirina parêzgehê guncaw be, çi hilbijartina parêzgar be, çi destnîşankirina Parêzgarek nû an jî hilbijartina cîgirê parêzgar bo rêvebirina Parêzgehê ji bo çend rojên mayîn heta ku dema guherandina postan were, daku mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê bêne parastin. " Salih diyar kir ku li gorî peymana siyasî ya heyî, postê parêzgarê Kerkûkê heta 31ê meha 12ê 2026ê mafê Tirkmena ye û divê zû biryarê bidin daku li destpêka sala 2027an radestî Ereban bikin. Mihemed Sem'an Axa piştî sûnda yasayî ye wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Îraqê xwar roja Yekşemê li ofîsa Parêzgarî amede bû, dîsan beriya ku vegere Bexdayê roja Duşemê çû Parêzgehê. Ev gav wekî peyamek siyasî ji Eniya Tirkmenan re tê ku naxwazin dest ji postê berdin. Aliyê Tirkmen jî dibêjin ku ew dê wekî parêzgar bimîne heta ku fermana serokatiyê (ferman serok komarî) derkeve. YNK: Girîng e ku Tirkmen û Ereb bigihîjin lihevhatinekê Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Soran Dawde, destnîşan kir ku meşandina erkên parêzgarî bi wekalet ji aliyê Rêbwar Taha ve karekî qanûnî ye û ji Dengê Amerîkayê re got: "Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû peymanên ku bi hemû aliyên siyasî re li Kerkûkê hatine girêdan pabend in û bi hevpariyeke rastîn bawer in. Em hêvî dikin ku Tirkmen û Ereb bigihîjin lihevkirinekê, û em piştgirê her lihevkirinekê ne ku ew di nav xwe de lihev bikin." Dengê Amerîka hewl da nêrînên Partî Demokratî Kurdistan derbarê Postê Parêzgarê Kerkûkê bigire, lê heta dema amdadekirina vê raporê ti bersiv nedan. Çavkaniyan ji Dengê Amerîkayê re piştrast kir ku şeva borî li Bexdayê civîneke girîng di navbera aliyên peywendîdar de heye ji hin lîderên partîyên Sîyasî yên Tirkman Ereb Kurd, derbarê mijarê gotûbêj hatine kirin.
  3. Ozgur Ozle dibêje ku helwesta partîya wî ya li ser pêvajoyê aştîyê neguherîye.
  4. Wezareta Navxweyî a Erebistana Siûdî ragihand ku wan pênc welatîyên xwe, yên ku tawanbarên “Tawanên terorê” ne, hatine sêdaredan. Di daxuyaniya wezaretê ya ku li ser platforma Xê de hatibû weşandin dibêje, ew bi tevlîbûna rêxistineke terorîst a biyanî, êrîş kirine ser hêzên ewlehîyê û dabînkirina piştgirîya darayî ji bo kiryarên terorîstî hatine tawanbar kirin. Wezareta Navxweyî a Erebistana Siûdî navê wê rêxistina terorîst a behskirî eşkere nekir. Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehîyê ev kes girtin û dadgehê bi sêdaredanê ceza kirin. Fermana şahane ya cîbicîkirin sêdaredanê piştî biryara dadgeha pêdaçûnê derket. Rêxistina Mafên Mirovan a Sened, ku rewşa mafên mirovan li Erebistana Siûdî dişopîne, di 8ê Cotmehê de ragihandbû ku di neh mehên yekemin yên sala 2026an de li Siûdîyê 10 kes bi mebestên siyasî hatine sêdaredan û bi vî awayî hejmara giştî ya sêdaredanan di sala 2026an de gihîştîye 171'an.
  5. Konferansa ku di 14-15 Cotmehê de hat dar xistin, ji alîyê Komîsyona Welatîyên Yekîtiya Ewrupa û Tirkîyê (EUTCC), bi hevkarîya sê komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupayê ve hat dar xistin.
  6. Mehmet Uçum dibêje ku Komîsyona Bêçekbûn û Siyasîbûnê dikare Abdulalh Ocalan dikomîsyona Bêçekbûn û Siyasîbûnê wekî koordînator destnîşan bike.
  7. Konferans ji alîyê Komîsyona Welatîyên Yekîtiya Ewrupa û Tirkîyê (EUTCC), ku rêxistineke sivîl e, bi hevkarîya sê komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupa ve hatîye saz kirin.
  8. Şandeke karsaz û nûnerên kompanîyên Amerîkayê îro Çarşemê serdana Hewlêrê kir. Armanca vê serdanê ew e ku karên aborî û bazirganî yên kompanîyên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Sûrîyê pêş bixin. Ev şanda karsazan ligel gelek rayedarên bilind ên herêmê civîya, ku yek ji wan jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû. Karbidestê Şandina Karsazên Amerîka-Kurdistanê David Tafuri di hevdîtineke ligel rojnamevanan de got: "Em kêfxweş in ku kompanîyên Amerîkî di vê komê de hene. Kompanîyên ku hatine Kurdistanê û di karên xwe de bi ser ketine, divê bibin mînak û li Sûrîyê jî veberhênanê bikin. Herwiha divê ew Herêma Kurdistanê wekî navenda xwe ya sereke bi kar bînin da ku derfetên kar li Sûrîyê bişopînin." Tafuri da zanîn ku rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûrîyê, ji bo karsazên Amerîkî derfeteke nû ya kar e. Di hevdîtina ligel rojnamevanan de, Serokê Şanda Karsazên Amerîka-Sûrîyê Wail Ziyad jî bal kişand ser geşbûna karsazîya taybet û derfetên weberhênanê li Sûrîyê. Ziyad got ku "Em dikarin gelek tiştan ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêr bibin. Ez dizanim ku li vir gelek karsaz hene ku dixwazin li Sûrîyê kar bikin an jî dest bi karê xwe kirine. Ji ber vê yekê, wekî şand, em kêfxweş in ku bibin alîkar an şêwirmend da ku ew derbasî bazara Sûrîyê bibin. Armanca me ew e ku em li seranserî herêmê bi rengekî hevpar bixebitin da ku qezenc bigihîje her kesî." Rayedarên Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku ew amade ne hemû hêsankarîyan ji bo van karsazan bikin. Serokê Odeya Bazirganîyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî hatina vê şandinê wekî gaveke girîng dît û got ku ev serdan dê têkilîyên aborî yên di navbera herdu alîyan de xurttir bike.
  9. Mazlum Ebdî dibêje ku mafên Kurdan û peymanên bi Şamê re divê di destûra nû ya Sûrîyê de werin garantî kirin.
  10. Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Wendy Green, roja Sêşemê bi Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî re civiya û li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraqê, herêmê, û li ser pêşxistina têkiliyên navbera Hewlêr û Washingtonê axivîn. Li gor daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêmê li ser platforma Xê, di civînê de bi taybetî li ser bihêzkirina têkiliyên dostanî û hevkariya stratejîk ya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hate rawestîn. Herdu aliyan li ser pêşxistina bazirganiya hevpar û berfirehkirina derfetên weberhênanên Kopmanyên Amerîkayî li Kurdistanê gotûbêj kirin. Di civînê de girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê jî hate destnîşankirin, û herdu aliyan hevra bûn ku çalakkirina Parlemana Kurdistanê gavek bingehîn e ji bo pêşxistina pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê. Mijara têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê jî di nav rojeva civînê de bû. Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan bal kişand ser pêdiviya çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan li gor Destûra Îraqê, rêzgirtina statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê, parastina mafên darayî yên wê û dabînkirina behra wê ji budceya federalî bi dadperwerane. Hêjayî gotinê ye ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Wendy Green, piştî çend mehên ku ji ber kêşeyên ewlehiyê û alozîyên heyî ji Herêmê dûr mabû, lê niha dîsa vegeriya Hewlêrê.
  11. Barzanî û Bakirhan bang li hemû alîyan dikin ku piştgirîyê bidin pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê û nehêlin ev “derfeta dîrokî” ji dest biçe.
  12. Cevdet Yilmaz dibêje ku du komîsyonên ku şopandina rewşa li qadê û koordînasyona çekberdanê dikin, dest bi kar kirine,
  13. Bafel Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, roja Duşemê li Hewlêrê ragihand ku gotûbêj li ser destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya mîna ya li Tirkîyê, di navbera Komara Îslamî ya Îranê û partiyên Kurdistanî yên Îranê de heye. Talebanî di gotareke xwe de roja Duşemê, 12ê Cotmehê, di civîna 'MERI 2026 Forum' de li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêşhatên herêmî û rewşa Îranê rawesta. Wî got ku wek pêvajoya aştiyê ya li Tirkîyê, ku li gor wî "hemû alî divê piştgirîya wê bikin"، niha jî destpêka gotûbêjeke mîna wê bi "xwişk û birayên me yên Îranî" re hatiye kirin. Talebanî diyar kir ku ev mijar gelek caran li Îranê hatiye behiskirin û got ku aliyê Îranî bi awayekî erênî pêşwaziya vê hizrê kiriye. Li gor Talebanî, Îranê pêşniyar kiriye ku bo avakirina pêvajoyeke aştiyê ya giştî li herêmê hevkarî bikin. Wî got: "Ev diyalog pir girîng e û dikare bibe gaveke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan." Serokê YNK'ê hûrguliyên din li ser vê pêvajoyê nedan û heta niha tu aliyekî din jî agahdarîyeke fermî li ser vê mijarê belav nekiriye. Di beşekî din ji axaftina xwe de, Talebanî got ku peywendiyên partiya wî bi Tirkîyê re baştir bûne û hêvî kir ku Konsûlxaneya Tirkiyê li Silêmaniyê ji nû ve were vekirin. Li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî, Talebanî got ku pirsgirêk ne dem e, belkî çend mijarên bingehîn in ku di navbera YNK û PDK de hene. Wî got: "Em dikarin di 24 demjimêran de hikûmetê ava bikin, ger li ser prensîbên bingehîn li hev werin." Talebanî : Divê siyaseta me li hember Bexdayê were guhartin Derbarê peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê de, Bafel Talebanî got ku pêdivî ye hêzên siyasî yên Kurdistanê siyaseta xwe li hember Bexdayê ji nûve di bin çavan re derbas bike. Wî got, "me Serokwezîrekî baş heye. Ew karsazek e û li hember Kurdan tu cûre cudakirin an nijadperestî nake. Ev derfeteke zêrîn e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û divê ji dest neyê dayîn." Talebanî herwiha got ku Îraqa îro ne wek Îraqa berê ye. Li gorî wî, berê Îraqeke lawaz dikaribû bibe sedemek ji bo Kurdistaneke bihêz, lê îro ev wate guheriyaye. Wî got, "Îro Îraqeke aram, dewlemend û yekgirtî, bi wateya Kurdistaneke aram, dewlemend û yekgirtî ye."
  14. Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, got ku pêşhatên Rojhilata Navîn qonaxeke nû ye li herêmê ku dikare hem metirsî û hem jî derfetê ji bo Kurdan biafirîne. Wî got ku ev qonax dikare rê li ber çareserkirina hin pirsgirêkên Kurdan li parçeyên cuda yên Kurdistanê veke. Serokê Herêma Kurdistanê roja Duşemê, 12ê Cotmehê, di civîna 'MERI 2026 Forum' de got ku her parçeyek ji Kurdistanê li gor şert û merc û taybetmendiyên xwe dikare ji derfetên vê qonaxê sûd werbigire. Barzanî amaje kire bandorên aborî û ewlehiyê yên pêşhatên herêmê û got ku mezintirîn metirsî li ser Îraqê dibe ku aborî be, ji ber ku aboriya welêt piranî bi dahatên petrolê ve girêdayî ye. Wî hişyar da, ku girtina Tengava Hormuzê dikare aboriya Îraqê bi awayekî cidî xerab bike. Neçîrvan Barzanî: Erdoğan û Öcalan dixwazin pêvajoya aştiyê serkeftî be Derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkîyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, Barzanî got ku hem Recep Tayyip Erdoğan û hem jî Abdullah Öcalan vê pêvajoyê bi cidiyet digirin û dixwazin serkeftî bibe. Wî got ku dibe ku pêvajo hêdî pêşve here, lê her du alî jî dixwazin bi ser bikeve. Barzanî, ji bo ravekirina guherîna atmosfera siyasî li Tirkîyê, amaje bi axaftina xwe ya bi Erdoğan re kir û got ku cîhan gelek guherîye. Neçîrvan Barzanî: Divê mafên Kurdan li Sûrîyê di destûrê de bêne parastin Barzanî derbarê rewşa Kurdan li Sûrîyê de got ku berpirsên Rojava ya Kurdistanê ew tişt kirine ku di şert û mercên niha de dikaribûn bikin. Wî got ku modela Herêma Kurdistanê wek herêmek xweser ne dikaribû bi heman awayî li Rojava were sepandin. Barzanî herwiha got ku bi baweriya wî, Serokê Sûrîyê Ehmed Şer‘e helwesteke dijî Kurdan tune ye. Wî diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e ku mafên Kurdan di destûra Sûrîyê de bêne parastin û wek mafên pêkhateyên din ên civaka Sûrîyê bêne nasîn. Barzanî herwiha amaje bi serdana şandeke Herêma Kurdistanê ya bo Sûrîyê kir û got ku di wê serdanê de gelek nîşanên kurdî hatin bikaranîn, ku li gor gotina wî peyameke erênî li hember Kurdan bû. Barzanî: Partîyên Rojhilatê bi awayekî neberpirsiyarane tevgeriyan e Di derbarê rewşa Îranê û aliyên kurdî yên dijberî Komara Îslamî de, Barzanî bi tundî rexne li tevgerên wan kir û got ku gelek caran bi awayekî neberpirsyarane tevgeriyane. Wî got ku van tevgeran Herêma Kurdistanê xistiye nav şert û mercên zehmet. Her çend Herêmê gelek caran gotiye ku naxwaze bibe beşek ji şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, lê hin aliyên kurdî ev helwest paşguh kiriye. Barzanî bal kişand ku Îran cîrana Herêma Kurdistanê ye û divê axa Herêmê weke gef li dijî Îranê neyê bikaranîn. Wî got ku ji rojên yekem ve helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di vê mijarê de zelal bûye û ji bo parastina sînoran hêz hatine şandin da ku Herêm nekeve nav şerî. Barzanî got ku niha parastina Herêma Kurdistanê û sînorên wê li pêşya her tiştî ne. Di heman demê de, wî got ku derfet jî ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê heye. Li gor gotinên wî, di civînên cûrbicûr de bi aliyên Îranî re pirsa Kurdan hatiye gotûbêjkirin. Barzanî got dibe ku hêj pêvajoyeke wek pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê li Îranê destpê nekir be, lê ev hizir hatîye behskirin. Wî bal kişand ku divê aliyên kurdî û hikûmeta Îranê rêyekê bibînin da ku pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin.
  15. PKK’ê di 12’ê Gulana 2025'an de hilweşîn û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihandibû.
  16. Karbidestekî Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku nîvroya îro Duşemê, kampa wan a li Koyê ku malbat tê de dijîn, dîsa bi du dronan hatîye bombebaran kirin. Di vê êrîşî de ti kes birîndar nebûye û tenê ziyana madî çêbûye. Endamê Serokatîya PDKÎ’yê Amanj Zêbayî, ji Dengê Amerîkayê re eşkere kir ku "Êrîşa yekem demjimêr 12:00 û ya duyem jî demjimêr 12:30 li ser kampa Azadî çêbû. Herdu êrîş jî bi dronan hatin kirin." Wî herwiha got ku "Lê ji ber ku kamp vala bû, tenê ziyana madî çêbû." Êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Tehran hebûna partiyên kurdî yên opozîsyona Îranê ya li Herêma Kurdistanê wek bihane nîşan dide.
  17. Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê nûçeya êrîşeke bi dronan a li nêzî Hewlêrê piştrast kir û ragihand ku kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê hate armanckirin. Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku şeva Pêncşemê 8’ê Cotmeha 2026’an, demjimêr 22:19’an, bi du dronan êrîş hate kirin ser kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê, ku bi ser navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê ve ye. Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku "Bi kêfxweşî ve ti ziyanên canî çênebûn." Berîya daxuyanîya Dijî Terorê, karbidestekî Sazîya Xebat a Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re got ku bi rêya dronan êrîş li ser bingeheke wan a li Topzawaya Hewlêrê hatîye kirin. Efsane Rehîmî, endama Komîteya Navendî ya Sazîya Xebat a Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Êrîş hinekî berê niha bi du dronan birine ser bingeha Sazîya Xebat a li bajarokê Rizgarî ya li Topzawayê." Heta amadekirina vê raporê, ti alîyan berpirsîyarîya vê êrîşê negirtîye ser xwe. Lê guman heye ku rejîma Îranê an jî çekdarên Ketaîb Hizbullah li pişt vê rûdanê bin.
  18. Rêveberîya Tevgera PKKê roja Pêncşemê ragihand ku tevî wan hemû hêzên xwe vekişandine jî, hikûmeta Tirkîyê ji bo berdewamkirina pêvajoya aştîyê gavên zêdetir neavêtine. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku “li pêşîya azadîya Ocalan û gavên qanûnî yên azadîyê êdî ti astengî û hincet nemane.” Tirkîye vekişîna hêzên xwe ji Îraqê û bi taybetî ji bingeha zilîkan - Başîkê bi hebûna çekdarên ku nêzî PKKê ne li Şengalê girê dide. Tirkîyê dibêje heta ku Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) çekên xwe radestî hikûmeta Îraqê neke, ewê ji bingeha Başîkê dernekevin. Li ser rewşa leşkerî ya li ser sînor, hat eşkere kirin ku li herêma Metîna ya li rojavayê Zapê, çar bingehên leşkerî û tunelên şer bi tevahî hatine valakirin. Bi vê gavê re, hemû hêzên çekdar ên tevgerê ji hundirê Tirkîyê û deverên li ser sînorê Herêma Kurdistanê hatine paşvekişandin.
  19. Enqere YBŞ’ê wek pêkhateyeke Partîya Karkerên Kurdistanê, (PKK) ya hilweşî dibîne.
  20. WASHINGTON — Encumena Şaredariya Nashville û ya Herêma 'Davidson County' bi daxuyaniyek fermî 50 saliya hatina yekemîn koma malbatên Kurd bo Amerîkayê naskir. Li gorî daxuyaniyê, ku daneyek gihaye Dengê Amerîka, yekem koma malbatên Kurd di 1'ê Gulana 1976'an de hatine Amerîkayê û piştî demekê gelek ji wan li Nashville, wîlayet û bajarên din ên welêt bi cih bûn. Daxuyaniya fermî diyar dike ku di 50 salên borî de Kurdên Nashville ziman, çand û kevneşopiyên xwe parastine û di heman demê de beşdariya wan di pêşketin û jiyana civakî û çandî ya bajêr de girîng hatîye nirxandin. Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku Nashville niha malek ewleye ji bo zêdetirî 20 hezar Kurdan, ku yek ji mezintirîn kombûna civaka Kurd e, li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê. Daxuyaniyê herwiha têkiliya Kurdistan û Amerîkayê û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurd bi hêzên Amerîkî û hevalbendên wan re di şerê li dijî terorê de bi bîr xist. Mike Cortese, endamê Encûmena Metropolitan a Nashville û Davidson County ji Navçeya 4'an, bi hevkarîya endamên din ên Encumenê, ev 50 saliya dîrokî bi fermî naskirin. Daxuyaniya fermî di 6'ê Cotmeha 2026'an de li bajarê Nashville hat îmzekirin û bi şahî û civîneke girseyî ku endam û kesayetîyên kurd tevî endamên Encûmena Şaredarîyê ev boneya dîrokî pîroz kirin.